• Sunday, 08 February 2026
logo

Iraqê Balyozê Tirkiyê bangî Wezareta Derve kir

Gulan Media August 13, 2020 Nûçe
Iraqê Balyozê Tirkiyê bangî Wezareta Derve kir
Iraqê Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê vexwend Wezareta Derve û yadaştnameyek radest kir ku tê de daxwaz tê kirin Tirkiye demildest êrişên xwe rawestîne û hêzên vekişîne.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatîh Yildiz bo Wezareta Derve hatiye vexwendin û Birîkarê Wezareta Derve Ebdulkerîm Haşim yadaştnameyek pêşkêşî Yildiz kiriye ku tê de berpirsyariya “destdirêjiya hovane xisteye stûyê hikûmeta Tirkiyê û daxwaza ronîkirina sedeman û sizadana encamderan kir.”

Di yadaştnameya Wezareta Derve ya Iraqê de pêdarirî li girîngiya rawestandina demildest a bombebaranên artêşa Tirkiyê û paşvekişandina hêzên xwe ji tevahiya xaka Iraqê kir. Tekezî li ser wê jî hatiye kirin, ji ber êrişên serbazî ji bo yekem car fermandarên serbazî yên Iraqê ku li navçeyên sînorî yên di navbera herdu welatan de di dema encamdana erkên xwe de ji aliyê Tirkiyê ve ahatine armanckirin.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniya êvariya roja derbasbûyî jî, êrişa artêşa Tirkiyl wek karekî dijminkarane û binpêkirina xaka Iraqê binav kiribû.

Her li ser vê bûyerê, hikûmeta Iraqê biryara hilweşandina serdana fermî ya Wezîrê Derve yê Tirkiyê bo Bexdayê dabû. Herwiha biryar da hemû bernameyên ji bo serdanên fermî yên berpirsên Tirkiyê bê rawestandin û hilweşandibûn.

Firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê duh piştî nîvro li devera Sîdekanê pasewanên sînor yên Iraqê li gel hejmarek gerîlayên PKKê kirin armanc, di encamê de 2 emîdên Kurd, di hêzên pasewanên Iraqê de, û fermandarekî PKKê jiyana xwe ji dest dan, herwiha du serbazên din jî birîndar bûn.

Bi gotina rayedaran Hêzên Pasevaniya sînor a Iraqê duh Sêşemê 11ê Tebaxê saet 14.45 li navçeya Bradost Hêzên Zêrevanên Sînorî yên ser bi hikûmeta Iraqê ve xwestiye bi gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re gotûbêj bikin, da ku ji wê deverê dûr bikevin, lê di dema civînê de, firokeyên bê firokevan ên Tirkiyê ew bombebaran kirine.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li hemberî nerazbîbûna xwe nîşan da û ragihand ku divê gerîlayên PKKê û Tirkiyê şerê xwe ji nav axa Herêma Kurdistanê bibin.

Herwiha Serokomariya Iraqê êrişa Tirkiyê şermezar kiribû û ragihandibû ku armancgirtina herêma Sîdekanê weke binpêkirina serweriya xwe dibînin û ew êriş li dijî hiqûqa navnetewî ye.

PKKê derbarê êriş û kesên canê xwe ji dest dane de heta niha ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Rudaw
Top