• Sunday, 08 February 2026
logo

Iraqê ji bo kirîna dermanê koronayê siparîş da Rûsyayê

Gulan Media August 13, 2020 Nûçe
Iraqê ji bo kirîna dermanê koronayê siparîş da Rûsyayê
Iraqê ji bo kirîna dermanê koronayê siparîş da Rûsyayê, ku ev derman bi awayekî fermî weke yekem vaksîna li dijî koronayê hatiye tomarkirin.

Nehro Mihemed, Endamê Şaneya Qeyranan a li Parlementoya Iraqê eşkere kir: “Iraq di nav wan 20 welatan de ye ku ji bo kirîna vaksîna koronayê, daxwazek pêşkêşî Rûsyayê kiriye.”

Vladimir Putin, Serokê Rûsyayê duh ragihand ku Wezareta Tendirustiyê ya Rûsyayê yekem dermanê vîrûsa koronayê li cîhanê pesend kir ku ji aliyê saziya Gamaleya Rûsyayê ve tê çêkirin.

Herwiha duh Rûsyayê eşkere kir ku 20 welatan ji bo kirîna vaksîna koronayê siparîş dane, ku zêdetirî milyarekê vaksîn hatine xwestin.

Wezareta Tendirustiyê ya Rûsyayê jî ragihandibû ku piştî bikaranîna dermanê, dema bergiriya laşê mirov li dijî vîrûsa koronaya nû (Covid-19) heta du salan e.

K24
Top