• Wednesday, 10 June 2026
logo

Parêzgarê Helebê li Kobanê ye: Av, bazirganî û entegrasyona îdarî di rojevê de ne

Parêzgarê Helebê li Kobanê ye: Av, bazirganî û entegrasyona îdarî di rojevê de ne

Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb ligel şandeyekê serdana bajarê Kobanê kir. Di serdanê de mijarên stratejîk ên wekî kişandina ava Firatê, vekirina deriyê sînorî, dosyaya dîlgirtiyan û entegrasyona saziyan bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.

Parêzgar Ezam Xerîb û şandeya pê re, bi armanca şopandina rewşa herêmê û xebata saziyan di çarçoveya qonaxa entegrasyonê de, îro 7ê Hezîranê serdana bajarê Kobanê kir. Parêzgar li navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Rêveberiya Herêma Kobanê gerî û li daxwaz û pêdiviyên saziyan guhdarî kir.

Di hevdîtinên ligel Rêveberiya Herêmî de, çend daxwazên sereke yên şêniyên Kobanê hatin pêşkêşkirin. Ya herî giring, projeya kişandina avê ji Çemê Firatê ber bi Kobanê û gundewarên wê ve bû. Her wiha vekirina kanalên avdanê ji bo piştgiriya çandiniyê û vekirina Deriyê Murşid Pinarê yê sînorî hatin gotûbêjkirin. 

Ezam Xerîb diyar kir, parêzgeha Helebê pabendî piştgirîkirina projeyên stratejîk û pêşxistina binesaziya Kobanê ye û dê di qonaxa bê de hevkariya îdarî xurtir bibe. 

Dosyaya dîlgirtiyan û mafên jinan

Dosyaya dîlgirtiyan yek ji mijarên herî hestiyar ên serdanê bû. Parêzgar bi hejmarek malbatên dîlgirtî û şehîdan re civiya û destnîşan kir ku nîqaşên ji bo berdana dîlgirtiyan û çareserkirina vê dosyayê bi awayekî cidî berdewam dikin.

Ji aliyekî din ve, Parêzgarê Helebê serdana Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê kir û bi rûspî û rayedarên herêmî re civiya. Di civînê de mijarên hiqûqî û civakî, mîna garantîkirina mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de û xurtkirina beşdariya wan di avakirina welat de hatin gotûbêjkirin.

Navên Kurdî û taybetmendiya çandî

Di hevdîtinan de bal hat kişandin ser pirsgirêka navlêkirinên îdarî yên herêmên Kurdî. Hat tekez kirin ku giring e navên herêman li gorî taybetmendiyên çandî û civakî yên şêniyan werin pejirandin.

Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb di dawiya serdana xwe de got: "Serdana me ya Kobanê di çarçoveya xurtkirina yekkirina xebata saziyan û dabînkirina aramiya îdarî de ye, ku ev yek dê bandoreke rasterast û erênî li jiyana welatiyan bike."

K24

Top