Tirkiye piştî bombebaranê: Em amade ne ligel Iraqê hevkariyê bikin
Wezareta Derve ya Tirkiyê têkildarî hewldanên xwe yên li dijî PKKê û di vê mijarê de hêviyên wan ji Iarqê çi ne daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de hatiye gotin ku berî her alî Iraq berpirsyar e li hemberî gerîlayên PKKê yên di nav axa xwe de tedbîrên pêwîst werbigre.
Li gor daxuyaniyê, ew bi salana Iraq ji bo PKKê bûye hêlîn û ji wê derê li dijî Tirkiyê êrişan pêk tîne û li ser serwerî, yek parçebûn û aramiya Iraqê jî gef e.
Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje: “Di vê mijarê de welatê me amade ye ku bi Iraqê re hevkariyê bike. . Lê eger Iraq li beramberî hebûna PKKê di nava axa de deng neke, em dê ji bo ewlehiya sînorên xwe, li kuderê dibe bila bibe, tiştê pêwîst çi be weke heta niha bikin. Em bangî Iraqê dikin ku bila gavên pêwîst dikin biavêje, dîsa bangî hin welatên bi îdiayên bê bingeh vê wekî firsend dibînin piştgiriyê û wêrekiyê didin terorîstan dikin ku bira dev ji durûtiyê berdin û helwesteke mêranî nîşan bidin.”
Firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê pêr Sêşemê 11ê Tebaxa 2020an piştî nîvro li devera Sîdekanê pasewanên sînor yên Iraqê li gel hejmarek gerîlayên PKKê kirin armanc, di encamê de 2 emîdên Kurd, di hêzên pasewanên Iraqê de, û fermandarekî PKKê jiyana xwe ji dest dan, herwiha du serbazên din jî birîndar bûn.
Bi gotina rayedaran Hêzên Pasevaniya sînor a Iraqê duh Sêşemê 11ê Tebaxê saet 14.45 li navçeya Bradost Hêzên Zêrevanên Sînorî yên ser bi hikûmeta Iraqê ve xwestiye bi gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re gotûbêj bikin, da ku ji wê deverê dûr bikevin, lê di dema civînê de, firokeyên bê firokevan ên Tirkiyê ew bombebaran kirine.
Serokomariya Iraqê êrişa Tirkiyê şermezar kiribû û ragihandibû ku armancgirtina herêma Sîdekanê weke binpêkirina serweriya xwe dibînin û ew êriş li dijî hiqûqa navnetewî ye.
Herwiha Iraqê Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê vexwend Wezareta Derve û yadaştnameyek radest kir ku tê de daxwaz tê kirin Tirkiye demildest êrişên xwe rawestîne û hêzên vekişîne.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li hemberî nerazbîbûna xwe nîşan da û ragihand ku divê gerîlayên PKKê û Tirkiyê şerê xwe ji nav axa Herêma Kurdistanê bibin.
Rudaw
