• Sunday, 08 February 2026
logo

Li rojavayê Kurdistanê 27 kesên bi Koronayê ketin

Gulan Media August 13, 2020 Nûçe
Li rojavayê Kurdistanê 27 kesên bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 27 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û kesekî jî bi Koronayê canê xwe ji dest da.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de ragihand, 27 kesên din li herêma Şehbayê bi vîrûsa Koronayê ketine.

Diyar kir, kesên nû bi Koronayê ketine, 23 kes li herêma Cizîrê ne û 4 kes jî li herêma Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mustefa da zanîn jî, pêketiyekî Koronayê yê 70 salî canê xwe ji dest daye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihîştiye 171 kesan, ji wan jî 8 kesan canê xwe ji dest dane.

Her çend e vîrûsa Koronayê li rojavayê Kurdistanê dereng belav bû, lê di çend rojên bûrî de, hejmara haletên pêketina bi wê vîrûsê zêde bûne.

K24
Top