2 çekdarên DAIŞê li gundekî Kerkûkê hatin kuştin
Şaneya Ragihandina ya Ewlehiya Iraqê belav kir, hêzeke Lîwaya 16 îro berbangê hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê êrîşeke DAIŞê li gundê Belawe şikand û 2 çekdarên DAIŞê kuştin, navê yekî Hanî Rihman e û yê din nehatiye naskirin.
Diyar kir jî, çekdarên DAIŞê welatiyê sivîl Felah Xelef kuştibû û welatî Wehid Xelef jî birîndar kiribû.
Li gor heman jêderê, yekîneya endazyariyê jî karî tuktuka bombekirî ya çekdaran pûç bikin.
gundê belawe yê Tirkmenan 11 K.M li başûrê Kerkûkê ye.
