• Sunday, 08 February 2026
logo

2 çekdarên DAIŞê li gundekî Kerkûkê hatin kuştin

Gulan Media August 13, 2020 Nûçe
2 çekdarên DAIŞê li gundekî Kerkûkê hatin kuştin
Du çekdarên DAIŞê îro berbangê bi çekê bêdeng êrîşî ser gundekî Tirkmenan li sînorê Kerkûkê kir û kesekî sivîl kuşt, piştre hêzên ewlehiyê rûbirûbûna wan bû û her du çekdar kuştin.

Şaneya Ragihandina ya Ewlehiya Iraqê belav kir, hêzeke Lîwaya 16 îro berbangê hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê êrîşeke DAIŞê li gundê Belawe şikand û 2 çekdarên DAIŞê kuştin, navê yekî Hanî Rihman e û yê din nehatiye naskirin.

Diyar kir jî, çekdarên DAIŞê welatiyê sivîl Felah Xelef kuştibû û welatî Wehid Xelef jî birîndar kiribû.

Li gor heman jêderê, yekîneya endazyariyê jî karî tuktuka bombekirî ya çekdaran pûç bikin.

gundê belawe yê Tirkmenan 11 K.M li başûrê Kerkûkê ye.


Top