Mesrûr Barzanî xwendekarên yekem ên Kurdistanê pîroz kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî û destxweşî yek bi yek li yekemên Herêma Kurdistanê kir û ji bo wan hêviya serkeftinê xwest, ku ew tevî rewşa giran a aborî û rewşa niha ya belavbûna vîrûsa koronayê, serkeftinên mezin bi dest xistin û bi pileya yekem derçûn.
Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê encamên ezmûnên polên dawî belav kir û du yekemên ser asta Herêma Kurdistanê, ji bajarê Helebceyê ne.
Navên xwendekarên yekem ên Herêma Kurdistanê:
Vanya Şêrko Hesen Ferec: Helebce – Zanistî
Lenya Felah Hesen Mehmûd: Helebce – Zanistî
Hesen Amanc Burhan Mihemereşîd: Hewlêr – Zanistî
Derya Silêman Elî Tahîr: Duhok – Zanistî
Sara Bedirxan Mihemed Ebdulla: Hewlêr – Wêjeyî
Derbaz Îsmaîl Husên Elî: Silêmanî – Wêjeyî
Mîna Zahîr Mistefa Xelîl: Silêmanî – Xwendina Îslamî
Hesîbe Cemal Umer Remezan: Hewlêr – Amadehiya Pîşeyî ya Çandiniyê
Zeyneb Ebdulkerîm Ehmed Seîd: Silêmanî – Amadehiya Pîşeyî ya Geştyariyê
Mîr Rehîm Kerîm Heme Salih: Silêmanî – Amadehiya Pîşesazî
Lence Hîdayet Ebdurehman Usman: Silêmanî – Amadehiya Bazirganî
K24
