• Wednesday, 10 June 2026
logo

Fuad Husên: Çapkirina dînar pêngaveke nerênî ye û pirsgirêka mûçeyan çareser nake

Fuad Husên: Çapkirina dînar pêngaveke nerênî ye û pirsgirêka mûçeyan çareser nake

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, di hevpeyvîneke taybet de li gel kanala (Al-Şerqiye) bal kişand ser rewşa darayî ya niha ya Iraqê.


Derbarê wê rewşa niha ya Tengava Hurmuzê de, ku gelo dibe mûçeyên karmendan ji bo meha bê paş bikevin? Fuad Husên got: "Ew rast e, şiyana darayî ya Iraqê niha tenê 125 trîlyon dînar e. Em nikarin bi çapkirina dînar jî pirsgirêkên xwe çareser bikin û ew pêngaveke nerênî ye."

Herwiha ragihand: "Iraq nikare ji pereyên yedek mûçeyan bide û dahata navxwe jî kêm e, lê dikare bi awayên din mûçeyan dabîn bike, ji wan jî deyn û qerên navxweyî."

Hevdem derbarê wê yekê de ku ew yedeka di destê Iraqê de ye heta kengî dikare mûçeyan pê bide, Fuad Husên ev yek eşkere kir: "Naxwazim di vê derbarê de biaxivim, lê belê heger şer heta dawiya salê berdewam bike, karesat dê rû bide. Lê em hewl didin hinardekirina petrolê rojane zêde bikin bo 600 û 700 hezar bermîlan û herwiha divê bi rêya tankeran jî petrolê hinarde bikin, lê ev pirsgirêkên me çareser nakin. Wê demê pêwîst dike em berê xwe bidin welatên Kendavê û Ewropayê daku alîkariyê ji bo Iraqê werbigirin."

 

Basnews

Top