• Sunday, 08 February 2026
logo

Sîstanî red kir milyarek dolar alîkarî dabe Îranê

Gulan Media August 12, 2020 Nûçe
Sîstanî red kir milyarek dolar alîkarî dabe Îranê
Duh êvari ofîsa merciya şîeyên Iraqê Elî Sîstanî bi daxuyaniyekî ve red kir ku bayê milyarek dolar pêdiviyên bijîşkî û dermanî dabe hikûmeta Îranê.

Çapemeniya Iraqê bi zimanê çavkaniyekî ji ofîsa Sîstanî ve belav kir ku ew nûçeya duh a di çapemeniya Iraqê û herwaha li çapemeniyên din belav bû ku Sîstanî milyarek dolar daye Îranê bo pêdiviyên bijîşkî ne rast e.

Parlamenterê Îranê yê bajarê Zahîdanê Husên Şeriyarî ragehandibû ku ofîsa Sîstanî milyarek dolar bexşiye ku pêdiviyên çareser kirina vîrusa koronayê bo Îranê bên kirin.

Çavkaniya ofîsa Sîstanî vê derbarê de ragehand, ya rast ewe ku çend kesekî xêrxwaz bi rêya Sîstanî ve hinek pare bexşîne bo tekoşîna hember vîrusa korona ya li Îranê. Lê pare ne milyarek dolare, 2 milyon û 500 hezar dolar e.

Basnews
Top