Bexda serdana Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê hildiweşîne
Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de, bombebarana artêşa Tirkiyê ser otombîleke artêşa Iraqê û şehîdkirina çend serbaz û 2 fermandaran şermezar kir.
Di daxuyaniyekê de Iraq Tirkiyê bi binpêkirina yasayên navdewletî, derbaskirina sînor û rêznegirtina li cîrantiyê tometbar dike û daxwaz dike, Tirkiye artêşa xwe ji nava xaka Iraqê vekişîne.
Tekez kir jî, Iraq rê nade xaka xwe ji bo êrîşkirina li ser ti welatekî cîran bikar bê û bibe meydana yekalîkirina nakokiyan.
Duhî di encama êrîşa firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê de li navçeya Sîdekanê, Fermandarê Fewca Sê yê Pasewanên Sînor Ebdulemîr Zubêr Halî û Fermandarê Lîwaya Du ya Pasewanên Sînor Mihemed Reşîd û serbazekî şehîd bûn.
K24
