• Sunday, 08 February 2026
logo

Bexda serdana Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê hildiweşîne

Gulan Media August 12, 2020 Nûçe
Bexda serdana Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê hildiweşîne
Wezareta Derve ya Iraqê wek nerazîbûnekê li dijî bombebarana artêşa Tirkiyê ser otombîleke artêşa Iraqê û şehîdkirina çend serbaz û fermandarekî Kurd, serdana Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê bo Bexdayê hilweşand ku biryar bû roja Pêncşema bê bihata kirin.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de, bombebarana artêşa Tirkiyê ser otombîleke artêşa Iraqê û şehîdkirina çend serbaz û 2 fermandaran şermezar kir.

Di daxuyaniyekê de Iraq Tirkiyê bi binpêkirina yasayên navdewletî, derbaskirina sînor û rêznegirtina li cîrantiyê tometbar dike û daxwaz dike, Tirkiye artêşa xwe ji nava xaka Iraqê vekişîne.

Tekez kir jî, Iraq rê nade xaka xwe ji bo êrîşkirina li ser ti welatekî cîran bikar bê û bibe meydana yekalîkirina nakokiyan.

Duhî di encama êrîşa firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê de li navçeya Sîdekanê, Fermandarê Fewca Sê yê Pasewanên Sînor Ebdulemîr Zubêr Halî û Fermandarê Lîwaya Du ya Pasewanên Sînor Mihemed Reşîd û serbazekî şehîd bûn.

K24
Top