• Sunday, 08 February 2026
logo

Du hefte berî teqînê, Serok û Serokwezîrê Lubnanê hatine agahdarkirin

Gulan Media August 12, 2020 Nûçe
Du hefte berî teqînê, Serok û Serokwezîrê Lubnanê hatine agahdarkirin
Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihandiye; çend belge li ber destên wan hene ku 2 hefte berî teqîna li bendera Bêrûdê, Serok û Serokwezîrê Lubnanê ji metirsiya teqîna 2 hezar û 750 ton amonyum nîtratên depokirî yên li wê benderê hatibûn agahdarkirin û ji wan re hatibû ragihandin; dibe ku teqîneke bi vî awayî paytexta Lubnanê wêran bike.

Piştî derbasbûna 2 hefteyan di ser wê agahdarkirinê re, teqîn çêbû û li gor amarên şaredariya Bêrûdê, ji ber teqînê 163 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 6 hezar kes jî birîndar bûn, tevî wêranbûna 6 hezar avahî.

Reuters ji berpirsekî ewlehiyê yê Lubnanê ev zanyarî wergirtine ku raportek ji Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Dewletê ve bi rêya posta taybet di 20ê Tîrmehê de arasteyî Mîşal Ewn, Serokê Lubnanê û Hesen Diyab, Serokwezîrê Lubnanê hatiye kirin.

Li gor wî berpirsê ewlehiyê yê Lubnanê, raport li ser encama lêkolîneke dadgehî bû, ku ji meha Çileyê ya îsal ve li ser dixebitîn û encama wê raportê bal dikişand ser metirsiyên madeyên kîmyayî û Serok û Serokwezîrê Lubnanê jî ji vê metirsiyê hatibû agahdarkirin.

Berpirsê ewlehiyê yê Lubnanê ji Reutersê re ragihandiye; eger ew madeyên kîmyayî werin dizîn û di karên terorê de werin bikaranîn, dê metirsiyeke mezin derkeve holê.

K24
Top