Serokê Hikûmetê pêşwazî li Balyozê Tirkiyê kir
Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Balyozê Tirkiyê li Iraqê Anil Bora Inan û Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Erman Topcu kir û tê de behsa çend mijarên girîng ên Herêma Kurdistanê û navçeyê hat kirin.
Di civîna îro pêncşemê 04.06.2026an de, ku Konsulê Giştî yê Tirkiyê Erman Topcu jî amade bû, her du aliyan tekezî li ser girîngiya pêşxistina zêdetir a têkiliyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kirin, bi taybetî di warê alûgora bazirganiyê de. Di vê derbarê de, amaje bi serdana girîng û serkeftî ya meha borî ya Serokê Hikûmetê bo Tirkiyê hat kirin, ku li wir ligel Serokkomarê Tirkiyê û berpirsên bilind ên wî welatî civîn û hevdîtin pêk anîbûn.
Herwiha derbarê pêşketinên dawiyê û guhertinên rewşa giştî ya Iraqê û pêwîstiya piştgirîkirina hikûmeta nû ya federal bo çareserkirina pirsgirêkan û rûbirûbûna astengiyên curbicur, danûstandina bîr û ramanan hat kirin.
Di beşeke din a guftûgoyan de, behsa girîngiya pêşxistina sektora enerjiyê li Iraqê û berdewambûna hinardekirina petrola Iraq û Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê hat kirin. Herwiha karkirin ji bo pêşxistina berhemanîna petrolê bi armanca zêdekirina dahata giştî û başkirina rewşa darayî ya Iraqê, mijareke din a civînê bû.
