• Wednesday, 10 June 2026
logo

Serok Barzanî peyameke sersaxiyê bo koça dawî ya Ayetulah Ozma Şêx Mihemed Îshaq El-Feyaz belav kir

Serok Barzanî peyameke sersaxiyê bo koça dawî ya Ayetulah Ozma Şêx Mihemed Îshaq El-Feyaz belav kir

Serok Barzanî peyameke hevxemiyê ji bo koça dawî ya Ayetulah Ozma Şêx Mihemed Îshaq El-Feyaz belav kir û di peyamê de wiha hatiye gotin:

Binavê xwedayê mezin û dilovan

Bi dax û karesateke mezin ve, min nûçeya koça dawî ya cenabê Ayetulah Ozma Şêx Mihemed Îshaq El-Feyaz, ku yek ji merceyê Bilind ê Olî û Zanistên Iraq û Cîhana ma ya Îslamî bihîst.

Li gel nîşandana xemgîniya me ya kûr ji bo vê xemgîniya mezin, em sersaxiyên xwe û hevparîkirina xema xwe ya kûr arasteyî meqama merciyetiya bilind a olî, malbata birêz ê koçkirî, hewzeya zanistî û hemû peyrew û dostên wî dikin.

Em ji xwedayê mezin daxwaz dikin ku rehmetî bi bilindî p rehmeta we ya berfireh şa bike û cihê wî biheşt be û sebir û aramiyê bibexşe hemû aliyekî.

Inna lillahi wa inna ilayhi raji'un

Mesûd Barzanî

04.06.2026

 

 

Rudaw

Top