• Sunday, 08 February 2026
logo

Parlemana Iraqê: Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike

Gulan Media August 12, 2020 Nûçe
Parlemana Iraqê: Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike
Piştî êrîşa firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê li ser otombîleke Pasewanên Iraqê li navçeyên Biradost, Cîgirê Yekem ê Serokê Parlemana Iraqê Hesen Kehbî ev êrîş bi binpêkirina serweriya Iraqê bi nav kir û ragihand, ev êrîş ziyaneke temam digihîne pêwendiyên dîrokî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de.

Cîgirê Yekem ê Serokê Parlemana Iraqê Hesen Kehbî bi tundî ev êrîş şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, bangî Balyozê Tirkiyê bike û peyameke tund arasteyî Tirkiyê bike.

Hesen Kehbî tekez kir, dubarebûna van êrîşan, binpêkirina aşkere ya hemû yasayên navdewletî û biryarên Encûmena Asayişa navdewletî ye.

Duhî 11ê Tebaxê firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê hêzên Pasewanên Sînor ên Iraqê li devera biradost bombebaran kir û di encamê de çend fermandar û serbaz şehîd û birîndar bûn.

Piştî bûyerê û wek karvedanekê, Wezareta Derve ya Iraqê serdana Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê bo Bexdayê hilweşand ku biryar bû sibe 13ê vê mehê bihata kirin.

K24
Top