• Sunday, 08 February 2026
logo

Berpirsê Efrînê yê Tirkiyê dayîk û birayê xwe kuştin

Gulan Media August 12, 2020 Nûçe
Berpirsê Efrînê yê Tirkiyê dayîk û birayê xwe kuştin
Cîgirê Waliyê Hatayê Tolga Polat ku di heman demê de berpirsê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye, dayîk û birayê xwe kuştin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, Cîgirê Waliyê Hatayê Tolga Polat, duh bi şev li navçeya Seyhan a Edaneyê bi demançeyê dayîka xwe Îkbal Polat û birayê xwe Altug Polat kuştin.

Tîmên Beşa Cînayetê yên Rêveberiya Ewlekariya Edaneyê, Tolga Polat desteser kirin û piştî li YekeTipa Dadê pişkinîn bo wî hat kirin, ew ji bo karûbarên yasayî veguhestin Rêveberiya Ewlekariya Bajêr.

Herwiha bavê Tolga Polat, Şeref Polat ku di dema bûyerê de li malê bûye, weke şahidhal birin Navenda Rêveberiya Asayişê.

Tê gotin ku endamên malbatê bi mebesta gotûbêjkirina doza zeviya weke mîrate maye kom bûne, lê di navbera wan de nîqaş derketiye û piştre Tolga Polat dayîk û birayê xwe kuştine.

Rêvebirê Ewlekariya Edanê Dogan Încî li cihê bûyerê lêkolîn kir.

Herdu cenaze piştî pişkinînê bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Dadê ya Edaneyê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam e.

Rudaw
Top