Tirkiye êrîşî ser civîna PKK û hêzên Îraqê kir
Heta niha hijmara kuştî û birîndaran nayê zanîn.
Civîna navbera şanda PKK û hêzên pasevanên sînor yên Îraqê îro li devera Biradostê hatiye lidarxistin û her du alî xwestine giftûgo li ser hevkarî û hemahengiya navbera xwe li deverê de bikin lê balefirên Tirkiyeyê êrîşî ser civînê kirine.
li gor zaniyariyên seretayî heta niha 2 Fermandarên hêzên Îraqî canê xwe ji dest dane.
