• Sunday, 08 February 2026
logo

Hejmara kuştiyên teqîna Beyrûtê gihîşt 163 kesan

Gulan Media August 11, 2020 Nûçe
Hejmara kuştiyên teqîna Beyrûtê gihîşt 163 kesan
Hejmara kuştî û qurbaniyên teqîna Beyrûtê gihîşt 163 kesan.

Roj bi roj hejmara kuştî û qurbaniyên teqîna roja 4 vê mehê ya paytexta Lubnanê, Beyrûtê zêde dibe, ji ber ku di dema teqînê de gelek kes di bin kavilan de mabûn.

Li gorî agahiyan, hejmara kuştiyên teqînê bihîştiye 163 kesan û derdora 6 kes jî birîndar hene.

Tê gotin ku herî kêm 50 kes wenda ne û nayê zanîn ka zindî ne yan jî mirî. Loma tê texmînkirin hejmara kuştî û birîndaran dîsa zêde bibe.

Ji aliyekî din, serkomarê Lubnanê Mîşêl Ewn dest ji karkêşana serokê hikûmeta wî welatî Hesen Diyab qebûl kir.

Hesen Diyab duhî li hember fişara xelkê Lubnanê ku piştî teqînê li ser wî hebû, dest ji kar berdabû.

Basnews
Top