Kerkûk - Hejmara miriyên Koronayê nêzîkî 300 bû!
Berdevkê tenduristiya Kerkûkê, Saman Yabe ji BasNewsê re got, duhî 161 kes li Kerkûkê bi Koronayê ketin, 47 pêketî baş bûn û 4 kes jî pê mirin.
Saman Yabe her wiha got, heta niha li Kerkûkê 6 hezar û 15 kes bi Koronayê ketine ku 3 hezar û 700 kes ji wan baş bûne, 295 kes mirine û yên din jî li nexweşxaneyan hatine razandin.
Basnews
