• Sunday, 08 February 2026
logo

Êzidî li ser çiyayê Şingalê li dijî hebûna PKKê xwe pêşan didin

Gulan Media August 11, 2020 Nûçe
Êzidî li ser çiyayê Şingalê li dijî hebûna PKKê xwe pêşan didin
Bi dehan kes li ser çiyayê Şingalê li dijî hebûna PKKê rawestiyan û daxwaz kirin, hêzên ser bi PKKê ve li Şingalê nemînin.

Berpirsê Mala Êzidiyan Mam Qewal ji K24ê re ragihand, hebûna PKKê li ser Êzidiyan û çiyayê Şingalê, metirsiyeke mezin e, ji ber ku bi dehan keç û lawên Êzidiyan bi zorê revandine û niha di zîndanên wan de ne.

Mam Qewal got jî: Xwepêşandan berdewam dibin, ta PKKê ji Şingalê derdikeve û girtiyên Êzidiyan azad dikin.

Dayikên revandiyan wêneyên zarok û kesûkarên xwe bilind kiribûn û daxwaz ji hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî kirin, di zûtirîn dem de daxwazên wan bi cih bînin û zarokên wan azad bikin.

Berî hefteyekê jî xelkê Şingalê xwepêşandanên hevawa kiribûn û digotin, ewê di xwepêşandanên xwe de berdewam bibin, ta daxwazên wan bi cih dibin.
Top