Hewlêr û Bexda gihîştin xala hevbeş
Seroka Fraksiyona PDKê Viyan Sebrî ji K24ê re ragihand, çi riyeke din di navbera Hewlêr û bexdayê de nîn e ji bilî danûstandinê, di wê derbarê de jî Hewlêr û Bexda li ser pirsên petrol, budce û mûçeyan gihîştin xala hevbeş.
Got jî: Biryar e hikûmeta Herêma Kurdistanê birê pereyên diyarkirî yên petrolê ku 250 hezar bermîl e rojane radestî hikûmeta Iraqê bike, li hemberê jî hikûmeta federalî budce û destkeftên Herêma Kurdistanê bişîne. Her çend e pêştir Bexda budceya Herêmê bi temamî nedaye.
Amaje bi wê jî da, reng e ev rêkeftin ji bo çend mehan be, ji ber ku pêwîst e di projeyasaya sala 2021an de li ser bingeha destûrê rêkeftin di navbera her du aliyan de bê kirin û bikeve ware bicihkirinê.
Bexdayê di dema dawî de birê budceya Herêma Kurdistanê bi awayekî temam nedişand, wê derbarê de jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê di dema bûrî de çendîn civîn û danûstandin derbarê pirsgirêkên pirsên budce, mûçe û petrol de kiribûn.
K24
