Sipaha Pasdarên Îranê: Me êrîşî hêzên Amerîkayê kir
Sipaha Pasdarên Îranê ragihand ku wan li dijî hêzên Amerîkayê û keştiyeke bazirganî, zincîreyeke êrîşên asmanî û deryayî pêk anîne. Îran vê pêngavê wekî bersivekê bo êrîşên Waşîngtonê yên li ser berjewendiyên Tehranê pênase dike.
Sipaha Pasdaran îro 03.06.2026ê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku pêla aloziyan ji derengiya şeva borî ve dest pê kiriye. Li gorî daxuyaniyê, artêşa Amerîkayê bi mûşekekê keştiyeke petrolê ya Îranê li nêzîkî Tengava Hurmizê kiriye armanc û ziyan gihandiye odeya motorê ya keştiyê.
Wekî bersiva yekem, hêzên deryayî yên Sipaha Pasdaran bi mûşekên deryayî êrîşî keştiyeke bazirganî ya bi navê "Banaya" kir û diyar kir ku ev keştî "Amerîkî-Îsraîlî" ye û ji ber "binpêkirina yasayên hatûçûnê" li Tengava Hurmizê hatiye lêdan.
Sipaha Pasdaran her wiha diyar kir, piştî ku Amerîkayê birca wan a têkiliyan li başûrê girava "Qeşmê" bombebaran kir, wan êrîşeke berfireh daye destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên asmanî yên Îranê bi mûşek û balafirên bêpîlot (dron) êrîşî baregeheke Amerîkayê ya balafir û helîkopteran li welatekî herêmê kiriye.
Di heman demê de, hat ragihandin ku baregeha sereke ya Fermandariya Fîloya 5emîn a Hêzên Deryayî ya Amerîkayê (US 5th Fleet) jî bûye armanca êrîşên Îranê.
Di dawiya daxuyaniyê de, Sipaha Pasdaran tekez kir ku wan berê jî hişyarî dabû ku dê bersivên wan tundtir bin û êrîşên îro jî nîşana wan sozên wan in. Her wiha peyameke tund ji Washingtonê re şand û ragihand: "Têkdana ewlehiya Tengava Hurmizê, dê encamên gelekî giran bo artêşa Amerîkayê bi xwe re bîne."
Basnews
