Wezareta Tenduristiyê: Eger welatî pabend bin metirsiyên Koronayê dê kêm bibin
Berdevkê wezareta tenduristiya Kurdistanê, dr. Mihemed Qadir ji BasNewsê re got, em dikarin bêjim welatiyên Kurdistanê heta astekî baş şîretên tenduristiyê li hember Koronayê bicîh tînin lê hîn wek pêwîst nîne û divê zêdetir hişyar bin.
Dr. Mihemed Qadir her wiha got, bi texmîna me eger welatiyên Kurdistanê hinekî din jî mukir û micid bin heta dûmahîkê vê mehê dê metirsiyên giran yên Koronayê kêm bibin. Lê eger wisa nebe mixabin divê em li benda felaketê bin.
Li ser îhtimala ragihandina qedexeya derketina derve jî Dr. Qadir got, heta niha tiştekî wisa di rojeva me de nîne û me ti pêşniyarekî wisa jî nedaye wezareta navxwe.
Basnews
