Milîsên "Eshab el-Kehef" radestkirina çekan ji dewletê re red dike û gefan dixwe
Îro 02.06.2026ê, grub û koma "Eshab el-Kehef" ku yek ji komên çekdar ên Iraqê ye û çalakiyên xwe di bin navê (Berxwedana Îslamî) de encam dide, di daxuyaniyekê de ragehand eger Îsraîl êrîşî ser başûrê Beyrûtê bike, gefa armanckirina bajarê Êlat û bendergeha wê ya li Îsraîlê kir.
Ji aliyekî din ve, heman komê di daxuyaniyeke din de banga aliyên siyasî ya ji bo radestkirina çekan bo dewletê, red kir.
Ev di demekê de ye ku hin komên çekdar ên Iraqî amaje bi wê yekê kirine ku ew amade ne çekên xwe radestî dewletê bikin. Di vê çarçoveyê de koma "Seraya Selam" wek yekemîn kom amadehiya xwe ji bo radestkirina çekan bo dewletê nîşan dabû.
Basnews
