• Wednesday, 10 June 2026
logo

Berdevkê PDKê: Eger alî li hev nekin, bijardeya dawî dubarekirina hilbijartinan e

Berdevkê PDKê: Eger alî li hev nekin, bijardeya dawî dubarekirina hilbijartinan e

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed, helwesta partiya xwe ya li ser rewşa siyasî, peywendiyên ligel aliyên siyasî û pirsgirêkên bi Bexdayê re eşkere kir. Mihemed hişyarî da ku eger alî negihîjin lihevkirinê, dê neçar bimînin ku dubare vegerin ser sindoqên dengdanê.


Îro sêşemê 02.06.2026an, Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di civîneke çapemeniyê de ragihand, hemû pirsgirêkên ligel hikûmeta federal a Iraqê û astengiyên li pêşiya Herêma Kurdistanê, ji bo diyalog û guftûgoyê hatine hiştin. Herwiha tekez kir ku PDK niha derbarê van mijaran de xwedî nêrîn û helwesteke zelal e.

Derbarê serdana bo aliyên siyasî de, Mehmûd Mihemed eşkere kir ku planeke pratîkî li gorî rênimayên Serok Mesûd Barzanî hatiye amadekirin û got: "Ev bername dê di çend rojên pêş de bikeve warê cîbicîkirinê û serdanên me yên bo aliyan dê dest pê bikin."

Li ser têkiliyên ligel Yekêtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), Berdevkê PDKê diyar kir ku heta niha ti dîrok û dem ji bo civîna her du aliyan nehatiye diyarkirin. Herwiha behsa serdana PDKê ya ji bo Yekgirtûya Îslamî kir û ragihand: "Me piştgiriya destpêşxeriya Yekgirtûyê kiriye. Em dixwazin hemû alî, çi yên di desthilatê de bin û çi yên opozîsyon, xwe li hember parastina destkeftên Herêma Kurdistanê bi berpirsiyar bibînin."

Mehmûd Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir: "Xelkê Kurdistanê deng daye ku parlamen, hikûmet û serokatiya Herêmê werin avakirin. Eger alî li ser daxwazên xwe rijd bin û ti dergehek ji bo lihevkirinê neyê dîtin, wê çaxê tenê yek bijarde dimîne, ew jî dubarekirina hilbijartinan e."

Di dawiya axaftina xwe de, Berdevkê PDKê hêviya xwe anî ziman ku alî bigihîjin rêkeftinekê da ku barê giran ê ser milê welatiyan were sivikkirin. Herwiha tekez kir ku PDK ji bo karkirina bi hev re amade ye, tevî ku dibe di warê bîr û bawerî û şêwazê kar de ciyawazî di navbera aliyan de hebin.

 

Basnews

Top