Serokwezîrê Lubnanê dest ji kar kişand
Serokwezîrê Lubnanê di gotara xwe de ragihand, teqîna Bêrûdê ji encama gendeliya berfireh bû û got: “Gendelî ji dewletê mezintir e û em nikarin xwe jê rizgar bikin û yek ji nimûneyên wê gendeliyê, teqîna Bêrûdê ye”.
Roja sêşemê 4ê Tebaxa 2020an, li paytexta Lubnanê bajarê Bêrûdê teqîneke bihêz qewimî û di encama wê teqînê de 154 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 5 hezar kes jî birîndar bûn.
Piştî teqîna mezin a li Bendera Bêrûdê, xelkê Lubnanê dest bi xwepêşandanan kirin û daxwaz ji hikûmetê kirin ku dest ji kar berde.
Pêştir jî Wezîrê Darayî Xazî Weznî, Wezîra Dadê Marî Kilawd Necm, Wezîrê Jîngehê Dîmyanos Qetar û Wezîra Ragihandinê Menal Ebdusemed dest ji kar kişandibûn.
K24
