• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokwezîrê Lubnanê dest ji kar kişand

Gulan Media August 11, 2020 Nûçe
Serokwezîrê Lubnanê dest ji kar kişand
Serokwezîrê Lubnanê Hesen Diyab îro gotarek arasteyî gelê Lubnanê kir û tê de dest ji kar kişand û hikûmeta xwe jî hat hilweşand.

Serokwezîrê Lubnanê di gotara xwe de ragihand, teqîna Bêrûdê ji encama gendeliya berfireh bû û got: “Gendelî ji dewletê mezintir e û em nikarin xwe jê rizgar bikin û yek ji nimûneyên wê gendeliyê, teqîna Bêrûdê ye”.

Roja sêşemê 4ê Tebaxa 2020an, li paytexta Lubnanê bajarê Bêrûdê teqîneke bihêz qewimî û di encama wê teqînê de 154 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 5 hezar kes jî birîndar bûn.

Piştî teqîna mezin a li Bendera Bêrûdê, xelkê Lubnanê dest bi xwepêşandanan kirin û daxwaz ji hikûmetê kirin ku dest ji kar berde.

Pêştir jî Wezîrê Darayî Xazî Weznî, Wezîra Dadê Marî Kilawd Necm, Wezîrê Jîngehê Dîmyanos Qetar û Wezîra Ragihandinê Menal Ebdusemed dest ji kar kişandibûn.

K24
Top