• Sunday, 08 February 2026
logo

17 kesên din li Kurdistanê canê xwe ji dest dan

Gulan Media August 10, 2020 Nûçe
17 kesên din li Kurdistanê canê xwe ji dest dan
heta niha 648 welatî canê xwe ji dest dane
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên taybet bi Koronayê yên 24 seatên derbasbûyî belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de 542 welatiyên din ku 285 ji wan li Hewlêrê ne, bi Koronayê ketine.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye zelalkirin ku 17 welatiyên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane ku 10 ji wan li Hewlêrê ne.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 17 hezar û 39 kes bi Koronayê ketine û 648 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Top