• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Mêrdînê şer û qedexe

Gulan Media August 9, 2020 Nûçe
Li Mêrdînê şer û qedexe
Li 2 gundên ser bi Şemrex û Dêrikê yên ser bi Mêrdînê ve ji ber pevçûnên di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de, qedexeya derketina derve hat ragihandin. Li gor medya Tirkiyê di encama şerekî de 2 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Parêzgariya Mêrdînê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ji 8ê Tebaxê demjimêr 21.30an ve qedexeya derketina derve li gundê Şêbê û mezrayên wê ser bi Şemrexê ve û li gundê Şêb û mezrayên wê ser bi Dêrikê ve qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Mêrdînê jî ew qedexeya hatinûçûnê dê heta demeke nediyar berdewam be û di wê daxuyaniyê de daxwaz ji hemwelatiyan hatiye kirin ku "ji bo parastina can û malê xwe" pabendî biryara qedexeyê bin.

Li aliyê din li gor ajansa IHA li bejahiya navçeya Dêrikê di encama şerekî de 2 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane. Lêbelê heta niha derbarê wî şerî û encamên wê de ti zanyariyek nehatiye belavkirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî ew qedexe ji be pevçûnên di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de hatiye sepandin û li gor heman çavkaniyan li gundê Şêbê leşkerên Tirkiyê li gel sepandina qedexeya derketinê hişyarî li gundiyan kirine ku pez û dewarên xwe jî dernexin çêriyê.

Her li gor zanyariyên çavkaniyên xwecihî di encama pevçûnan de agir bi daristanên deverê ketiye.

Rudaw
Top