Wezîra Çandiniyê: Ji hinek dergehên sînorî re berhemên qedexekirî derbasî Kurdistanê tên kirin
Wezîra çandinî û çavkaniyên avê, Bêgerd Talebanî di daxuyaniyekê de ragihandiye, wan di heyama borî de bo parastina berhemên cotkarên Kurdistanê, hanîna çend berhemên çandiniyê ji derve qedexe kiribûn lê li hinek dergehên sînorî ew berhem bi qaçaxî tên derbaskirin.
Bêgerd Talebanî daye zanîn, ji ber wê jî wan daxwaz ji encumena wezîran kirine pêşiya wê yekê bigirin û gotiye, ew kêfxwe şin ku encumena wezîran zû bersiva wan da û niha hemahengiya pêwîst di navbera wan û wezareta navxwe de heye bo ku pêşiya anîna berhemên qedexekirî were girtin.
Basnews
