Li Brazîlê zêdetir ji 100 hezar kesî bi Koronayê canê xwe ji dest dane
Wezareta Tendirustiyê ya Brazîlê dawî amarên Koronayê belav kirin û diyar kir, di 24 demjimêrên bûrî de 49 hezar û 970 haletên pêketina bi Koronayê hatin tomarkirin.
Diyar kir jî, di 24 demjimêrên bûr de 905 kesan canê xwe bi Koronayê ji dest dane.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Brazîlê bi Koronayê ketine gihîşt 3 milyon û 12 hezar û 412 kesan. Kesên bi wê vîrûsê jî canê xwe ji dest dane gihîşt 100 hezar û 477 kesan.
Brazîl ku bi hejmara pêketin û mirina bi Koronayê li pişt Amerîka di pileya duyemîn de tê, ji 11 hefteyên bûrî ve rojane nêzîkî hezar kesî bi wê vîrûsê dimirin.
Ev di demekê de ye, li seranserî cîhanê heta niha zêdetir ji 19 milyon 800 hezar bi vîrûsa Koronayê ketine û zêdetir ji 729 hezar kesî jî canê xwe ji dest dane.
K24
