Serbazekî Tirkiyê li başûrê Kurdistanê hat kuştin
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê diyar kir, serbazên Tirkiyê di rûbirûbûna çekdarên PKKê de hatin kuştin û birîndarkirin.
Amaje bi wê jî da, di şer û pevçûnan de 5 çekdarên PKKê jî canê xwe ji dest dan.
Ji nîva meha Hezîrana bûrî ve, Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dest bi operasyoneke serbazî kiriye û şer û pevçûn di navbera her du aliyan de heta niha berdewam e.
Ji ber şerê di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de, bi dehan gundên navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê vala bûne û çend welatî şehîd û birîndar bûne.
K24
