• Sunday, 08 February 2026
logo

Serbazekî Tirkiyê li başûrê Kurdistanê hat kuştin

Gulan Media August 9, 2020 Nûçe
Serbazekî Tirkiyê li başûrê Kurdistanê hat kuştin
Serbazekî Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hat kuştin û 3 serbazên din jî birîndar bûn.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê diyar kir, serbazên Tirkiyê di rûbirûbûna çekdarên PKKê de hatin kuştin û birîndarkirin.

Amaje bi wê jî da, di şer û pevçûnan de 5 çekdarên PKKê jî canê xwe ji dest dan.

Ji nîva meha Hezîrana bûrî ve, Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dest bi operasyoneke serbazî kiriye û şer û pevçûn di navbera her du aliyan de heta niha berdewam e.

Ji ber şerê di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de, bi dehan gundên navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê vala bûne û çend welatî şehîd û birîndar bûne.

K24
Top