• Wednesday, 10 June 2026
logo

Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê dest bi operasyoneke berfireh kir

Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê dest bi operasyoneke berfireh kir

Artêşa Îsraîlê destpêkirina operasyoneke leşkerî ya berfireh li bilindahiyên "Şeqîfê û devera Wadî Siloqî" li başûrê Lubnanê ragihand, bi armanca jinavbirina jêrxaneya leşkerî ya Hizbulahê û berfirehkirina xeta berevaniyê ya pêşwext.

Berdevkê Artêşa Israîlê Avichay Adraee îro 31ê Gulana 2026ê ragihand ku Fermandariya Bakur dest bi vê operasyonê kiriye. Armanca serekî ya operasyonê têkbirina jêrxaneya leşkerî ya Hizbulahê, bihêzkirina kontrola operasyonê li başûr, û dûrxistina gefên rasterast li ser devera "hêla sînorî ya rojhilatê Filstînê û bajarkê Miteleyê" ye.

Adraee amaje bi wê yekê jî kir ku ew operasyon hatiye destpêkirin û hêzên bejayî, di nav de "Lîwaya Golany, Lîwaya 7, Lîwaya Cefatî, Lîwaya Agir û Yekîneya Pirrehend” di bin fermandariya Fîrqeya 36ê de û bi rênimayiyên hewalgiriya leşkerî, mijûlî birina êrîşan in bo berfirehkirina hêla berevaniyê ya pêş.

Pejirandina operasyonê û bombebarana dijwar a li ser Nebetiyeyê

Navborî herwesa ron jî kir ku Serdarê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamir razîbûn li ser vê operasyonê diyar kiriye û amadekariyên şerker bi awayekî rêkxistî hatine kirin. ev operasyon balê dikişîne ser sepandina kontrolê li ser bilindahiyên Şeqîfê û Wadî Siloqî û weşandina derbên kûr li Hizbulahê û têkdana wan jêrxaneyên ku bi rênimayîyên Îranê hatine avakirin.

Berdevkê Artêşa Israîlê eşkere kir ku hêzên wan ji Çemê Lîtaniyê derbaz bûne û êrîşên xwe bo bakurê wî çemî berfireh kirine, hevdem operasyon bo deverên din jî pêşve diçin. Wî tekez jî kir ku berî derbazbûna nav axê ya wan hêzan, balafirên şer û topxaneyan bombebaraneke dijwar kiriye. Niha artêş li derdora Nebetiyeyê dixebite, ku yek ji navendên serekî yên hêza Hizbulahê ye.

Helwesta Lubnanê û binkeftina danûstandinên Waşingtonê

Serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam duhî (Şemî, 30ê Gulana 2026ê) ragihand ku welatê wî rûbirûyî pêşveçûneke xeter bûye û Îsraîl bi peyrewkirina siyaseta "erdê şewitandî" tohmetbar kir.

 

Ji aliyekî din ve jî, serçaviyên Îsraîlî eşkere kiriye ku ew danûstandinên ewlehiyê yên rasterast, ku li Waşintonê di navbera şandên leşkerî yên Lubnan û Îsraîlê de bi rê ve çûn, tu pêşveçûnek bi dest nexistiye.

 

Basnews

Top