Serokê encûmena parêzgehê û çend endamek bi vîrusa korona ketine
Seroka lijneya tenduristiyê li fraksiyona PDKê li encûmena parêzgeha Hewlêrê Xanzad Mam Wiso Dizeyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di çend rojên borî de ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên bi vîrusa korona çend endamekî encûmena parêzgeha Hewlêrê jî bi vîrusa korona ketin.’’
Herwaha got: ‘’Serokê encûmena parêzgehê û serokê fraksiyona YNKê û du endamên din bi vîrusa korona ketine û di bin çavdêriya bijîşkî de ne û tenduristiya wan ber bi başiyê ve diçe.’’
Serokê lijneya tenduristiyê hişyarî da û got: ‘’Mixabin rewş naha gelek metirsîdar bûye û vîrus bi awayekî berçav li hemû cîhekî belav bûye û pêwîste hemwelatî xwe biparêzin û dûr bikevin li her cure qerebalixiyekî û maske û lepik bikarbînin. Di dema her nîşaneyekî de jî pêwîste serdana nexwaşxaneyê bikin bo ku zû çareserî bê kirin.’’
Basnews
