• Wednesday, 10 June 2026
logo

Rêveberê Nahyeya Derkarê: Serdana Mesrûr Barzanî ya ji bo havîngehan, peyamek e ji bo pêşxistina sektora tûrîzmê wekî çavkaniya sereke ya dahatê

Rêveberê Nahyeya Derkarê: Serdana Mesrûr Barzanî ya ji bo havîngehan, peyamek e ji bo pêşxistina sektora tûrîzmê wekî çavkaniya sereke ya dahatê

Rêveberê Nehiyeya Derkarê ya Zaxoyê, derbarê serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo havîngehan di rojên cejnê de, ji Basnewsê re ragihand: "Serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo seyrangehên tûrîstîk, peyameke aborî ya giring e ji bo geşepêdan û veguhertina sektora tûrîzmê bo çavkaniyeke sereke ya dahatê û avedankirinê."

Rêveberê Nehiyeya Derkarê ya li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Cehwer Mihemed, ji Basnewsê re diyar kir: "Hatina Serokê Hikûmetê bo seyrangehên tûrîstîk ên li devera Derkarê, peyameke giring û bihêz e ji bo veberhênerên navxweyî û biyanî; ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi cidî piştgiriya veberhêneran di sektora tûrîzmê de dike û wê zêdetir pêş dixe."

Ji aliyekî din ve, Rêveberê Tûrîzmê yê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Çiya Emîn, ragihand ku di serdema kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, di sektora tûrîzmê de guherîneke mezin çêbûye û rêjeya tûrîstan gihîştiye asteke pir bilind.

Çiya Emîn her wiha got: "Serdana Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî ji bo hinek havîngehên li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, ji bo wê yekê bû ku ji nêz ve haydarî rewşa tûrîzmê bibe, ji ber ku sektora tûrîzmê di serdema kabîneya nehem a hikûmetê de li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê pêşkeftineke mezin bi xwe ve dîtiye."

 

Her derbarê serdana Serokê Hikûmetê ya ji bo havîngehan di rojên cejnê de, Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê belav kiriye ku Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe ji bo avedankirina Zaxoyê nîşan daye.

 

Basnews

Top