Li rojavayê Kurdistanê kesekî din bi Koronayê canê xwe ji da
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mustefa îro di daxuyaniyekê de ragihand, 15 kesên din li herêmên wan bi vîrûsa Koronayê ketine. Haletên hatine tomarkirin.
Diyar kir jî, haletên hatine tomar, 6 kes li Hesekê, 5 li Qamişlo û 4 kes li herêma Şehbayê ne.
Dr. Ciwan Mustefa ragihand jî, li Hesekê pêketiyekî Koronayê jî canê xwe ji dest daye.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihîştiye 101 kesan, ji wan jî 5 kesan canê xwe ji dest dane.
Tevî ku qedexeya çûnûhatinê li piraniya herêmên Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin, lê di çend rojên dawî de hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe.
K24
