• Sunday, 08 February 2026
logo

Rûsyayê rêkeftina Rêveberiya Xweser û Amerîkayê red kir

Gulan Media August 9, 2020 Nûçe
Rûsyayê rêkeftina Rêveberiya Xweser û Amerîkayê red kir
Wezareta Derve ya Rûsyayê rêkeftina Rêveberiya Xweser û kompanyaya Amerîkî wek “binpêkirineke sîstematîk a yasayên navdewletî” binav dike û dibêje, “Amerîka siyaseta bihêzkirina Kurdan li ser hesaba grûpên etnîk û ayînî yên din peyrew dike.”

Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê rêkeftina Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Kompanyaya Delta Crescent Energy a Amerîkî de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya hatiye belavkirin de amaje bi wê hatiye kirin ku di çarçova rêkeftina li gel Rêveberiya Xweser de, Kompanyaya Delta Crescent Energy plan heye du rafîneriyên petrolê bo Rêveberiya Xweser veguhêze.

Wezareta Derve ya Rûsyayê dibêje ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî ew rêkeftin piştrast kiriye û amaje jî kiriye ku wê rêkeftinê zêdetir dem girt ku Washingtonê hêvî dikir.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê de hatiye diyarkirin, li gor medyayê, Wezareta Gencîneya Amerîkayê wê kompaniya petrolê ji sizayan dibexşe bo ku bikare xebatên xwe birêve bibe.

Li gor Wezareta Derve ya Rûsyayê, ew a Washington dike “binpêkariyeke sîstematîk a rêkarên yasayî yên navdewletî û yasayên mirovî yên navdewletî ye û dûpatkirina pabendbûyîna wek hêzek dagîrker e” û “di heman demê de Amerîkayê careke din rêznegirtina xwe li biryarên Encûmena Asayîş û Netewên Yekgirtî ku taybet in bi serwerî, serbixweyî û yekperçeyiya Sûriyê nîşan da.”

Her di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku Amerîkayê hinek navçe li bakur rojhilat û başûrê Sûriyê xistine jêr kontrola xwe û “li ser dizîn û bazirganiya ne yasayî ya bi samanên sirûştî yên Sûriyê beşdar e, di demekê de ku ew samanên hemû Sûriyan e.”

Wezareta Derve ya Rûsyayê dibêje, “ew berhemên petrolê yên li navçeyên bakur rojhilatê Sûriyê tên berhemanîn û ew sûda di encama qaçaxiyê de tê bidestxistin, sûda wê bo hemû xelkê wê navçeya Sûriyê nîne. Medya û navendên lêkolînan carna zanyariyan belav dikin derbarê nerazîbûna medeniyan li bakur rojhilatê Sûriyê li dijî hebûna ne yasayî ya Amerîka û desthilata Kurd ku girîngiyê bi xweşguzeraniya hemwelatiyên sivîl nadin.”

Her di wê daxuyaniyê de hatiye gotin, “siyaseta bihêzkirina Kurdan li ser hesabê grûpên etnîk û ayînî yên din li bakur rojhilatê Sûriyê, girjiyên navxwe û metirsiyên cidî li ser asayiş û seqamgiriya herêmayetî çê kiriye.”

Wezareta Derve ya Rûsyayê herwiha aşkere kiriye ku ew derbarê “pêngavên Amerîkayê” û “nebûna karvedanê ji aliyê civaka navdewletî ve” nîgeran in.

Rêkevtina Rêveberiya Xweser û Kompanyaya Delta Crescent Energy

Rêveberiya Xweser ligel kompaniyayeke di warê petrolê ya Amerîkayê de rêkeftinek îmze kiriye û ew gav jî bi agahdarî û piştîvaniya Washingtonê bûye.

Lihevkirin hefteya borî di navbera Rêveberiya Xweser û Kompaniyaya Delta Kirîsent Energy a Amerîkî hate îmzekirin, li gor rêkeftinê, kompaniya Amerîkî dikare berhemanînê li bîrên petrolê yên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de zêde bike û petrolê jî bifroşe.

Yek ji wan xalên taybet yê rêkeftinê ew e ku bi agahdariya Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump û hejmarek ji endamên kongires û piştevaniya Washingtonê ye.

Herwiha li gor zanyariyên Rûdawê ew girêbest ji aliyê Hevserokê Rêveberiya Xweser Ebid el Mihbaş ve jî hatiye îmzekirin û bo dema 25 salan dê derbasdar be.

Ev yek roja 30 mehê jî li Kongiresa Amerîkayê hat gotûbêjkirin û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li pêşiya Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmena Pîran axivî.

Senatorê Komariyan Lindsey Graham ji Mike Pompeo pirsî: “Ez duh ligel general Mazlûm Evdê axevîm, diyar e wan lihevkirinek ligel kompaniyayeke Amerîkî îmze kiriye ji bo pêşxistina bîrên petrolê li Bakurê rojhilatê Sûriyê, gelo hûn piştevaniyê li wê gavê dikin? Ew rêkeftin dê baş be ji bo alîkariya hemû kesên li Bakurê Rojhilatê Sûriyê?”

Pompeo jî diyar kir ku ew piştevaniya wê rêkevtinê dikin û got: “Ji bo îmzekirina rêkevtinê me hêviya demeke zêdetir dikir, lê niha di qonaxa cîbicîkirinê de ye û dibe ku gelekî baş be.”

Amerîka ne tenê piştîvaniya rêkeftinê di navbera kompaniyayê û Rêveberiya Xweser de dike, di heman demê de bi xwe jî hinek pêngavan diavêje, ji wan jî peydakirina du parzûngehan bo Rêveberiya Xweser.

Sûriye: Ev rêkeftin bê binema û ne rewa ye

Wezreta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de rêkeftina Rêveberiya Xweser û kompanyaya Amerîkî şermezar kiribû û gotibû, “Ev rêkeftin bê binema û ne rewa ye.”

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyê de hatibû gotin, “Sûriyê bi tundtirîn şêwe rêkeftina di navbera HSD û kompanyayeke Amerîkî de red dike.”

Wezreta Derve ya Sûriyê ew rêkeftinê wek “diziyeke aşkere” binav kiribû û gotibû, ev “dijminkariyeke li dijî serweriya Sûriyê.”

Tirkiye li dijî rêkevtinê derket

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi rêya daxuyaniyekê helwesta xwe li hemberî peymana petrolê ya Amerîka û Rêveberiya Xweser eşkere kir û got, PKK-YPG bi wê yekê dest datînin ser çavkaniyên sirûştî yên xelkê Sûriyê.

Tirkiyê, idia dike ku tu hesabek ji yasayên navdewletî re nehatiye kirin û ew rêkeftin zirarê digihîne yekpariya axa Sûriyê û serweriya wî welatî û dibe piştgiriyek ji bo terorê.

Beşê herî zêde ya petrola Sûriyê li jêr destê Rêveberiya Xweser e

Berî destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyê di sala 2011ê de, hikûmeta Sûriyê nêzîkî 380 hezar bermîl petrol rojane berhem dianî. Beşê herî zêde ya petrola Sûriyê ji navçeya Rimêlana Rojavayê Kurdistanê û Dêrezorê ye, ku niha di jêr destê Rêveberiya Xweser de ye.

Berpirsên Amerîkayê jî çend caran ragihandine, artêşa welatê wan nêzîkî kêlgehên petrolê yên li navçeyên li jêr desthilata Rêveberiya Xweser de dibin û rê nadin ku bîrên petrolê bikevin destê DAIŞê yan Rêveberiya Beşar Esed an jî hêzeke din.

Rudaw
Top