Rubio: Barrack êdî ne Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê ye
Marco Rubio ragihand ku erkê Tom Barrack a wekî Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê bi awayekî fermî bi dawî dibe.
Lê belê Tom Barrack dê wekî kesê sereke yê birêvebiriya Trump a ji bo karên Sûriye û Îraqê bimîne.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û ragihand:
"Balyoz Tom Barrack wekî nûnerê me yê taybet ê Sûriyeyê roleke bêhempa lîst.
Her çi qas ev erk bi dawî bibe jî, ew dê ji bo birêvebiriya Trump li Sûriye û Îraqê lîstina roleke sereke bidomîne."
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê her wiha destnîşan kir:
"Tecrube, pêwendî û têgihiştina wî ya ajandaya 'Amerîka di Pêşengiyê de' dê bi navê welatê me yê mezin bidestxistina serkeftinan bidomîne."
Rubio da zanîn ku erkê Tom Barrack a wekî nûnerê taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê heta dawiya meha Gulana 2026an bû û da zanîn:
"Balyoz Tom Barrack wekî balyozê me yê taybet ê Sûriyeyê roleke mezin lîst."
Rudaw
