• Saturday, 30 May 2026
logo

Şanda Herêma Kurdistanê li Parlamena Belçîkayê daxwaza piştgiriya navdewletî kir

Şanda Herêma Kurdistanê li Parlamena Belçîkayê daxwaza piştgiriya navdewletî kir

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê tevî şandekê seredana Parlamena Belçîkayê kir û ji aliyê Komîteya Peywendiyên Derve ya wê parlamenê ve pêşwaziya wan hat kirin. Di civînê de daxwaza parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û rawestandina êrîşên bi mûşekan hat kirin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dr. Dilawer Ajgeyî îro (Înî, 29ê Gulana 2026ê) tevî şandekê seredana Parlamena Belçîkayê kir û ji aliyê Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlamena Belçîkayê ve pêşwaziya wan bi germî hat kirin.

Di civîneke berfireh deligel serok û endamên wê komîteyê, Dilawer Ajgeyî bal kişand ser pêşveçûnên dawiyê yên siyasî, aborî û ewlehiyê yên Rojhilata Navend. Navborî herwisa tekez li ser pêgeha Herêma Kurdistanê wekî faktoreke sereke ya seqamgiriya li deverê kir û behsa wan astengiyan kir ên ku rûbirûyî qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê dibin.

Êrîşên bi mûşekan û daxwaziyên destûrî yên Hewlêrê

Tewerên serekî yên danûstandinên di navbera her du aliyan de li ser van xalan bûn:

- Rewşa Ewlehiyê û Êrîş: Nirxandina rewşa ewlehiyê û pirsa êrîşên bi mûşek û dronan li ser Herêma Kurdistanê, tevî ragihandina agirbestê û bandorên neyînî yên wan êrîşan li ser jiyana welatiyan.
- Piştgiriya Siyasî û Destûrî: Daxwazkirina piştgiriya Parlamena Belçîkayê bo parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de.
- Peywendiyên Aborî: Behskirina peywendiyên aborî û handana kompanyayên Belçîkayî daku veberhênanê di sêktorên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê de bikin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ku Kurdistan herdem wekî navendeke aram û pêkvejiyana aştîyanê dimîne. Ji ber wê yekê jî daxwaz ji civaka navdewletî û bi taybetî Yekîtiya Ewropayê û Belçîkayê kir ku bo rûbirûbûna astengiyan zêdetir piştgiriyê bidin Herêma Kurdistanê.

Belçîka pesna rola Herêma Kurdistanê dide

Serok û endamên Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlamena Belçîkayê jî ji aliyê xwe ve pesna rola bibandor a Herêma Kurdistanê li deverê kir û dilsoziya xwe bo gelê Kurdistanê tekez kir. Parlamenterên Belçîkayê soz jî da ku daxwazî û nerînên şanda Herêma Kurdistanê dê di karnameya bê ya parlamenê de rengvedan hebe, û tekez li ser giringiya berdewamiya peywendiyên di navbera Hewlêr û Brukselê de jî kir.

 

K24

Şanda Herêma Kurdistanê li Parlamena Belçîkayê daxwaza piştgiriya navdewletî kir
Top