• Sunday, 08 February 2026
logo

Endamekî Hizbulaha Libnanê û keça wî li Tehranê hatin kuştin

Gulan Media August 9, 2020 Nûçe
Endamekî Hizbulaha Libnanê û keça wî li Tehranê hatin kuştin
li ber mala berpirsê berê yê heşda şebî hatiye kuştin
Li paytexta Îranê, endamekî Hizbulah Libnanê û keça wî di êrişeke çekdarî de hatin kuştin.

Medyaya Îranê ragihandiye, şeva borî endamekî Hizbulaha Libnanê bi navê Hebîb Dawûd û keça wî ya bi navê Meryem Hebîb, li ber mala serkirdeyê berê yê Heşda Şebî Ebû Mehdî Mihendis li Tehranê, rastî êrişa çekdarî hatin û hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, ew endamê Hizbulahê û keça wî li nav otomobîla xwe de û ji aliyê du çekdarên nenas ve, ku li ser mator sîklêtê bûn, hatine kuştin.

Ew nûçe ji basnewsê hatiye wergirtin
Top