Xwepêşanderên Lubnanê êrîşî saziyên hikûmetê dikin
Ajansa Reuters ragihandiye; ji ber xwepêşandanan polîsekî jiyana xwe ji dest da û 177 xwepêşander birîndar bûn. Herwiha agir li Qada Şehîdan a Bêrûdê ketiye.
Hat ragihandin ku bi dehan xwepêşanderan êrîşî Wezareta Derve ya Lubnanê kirine û wêneya Mîşayl Ewn, Serokê Lubnanê şewitandine.
Xwepêşander herwiha çûne ser Wezareta Enerjî û Aborî jî.
Xwepêşanderên Bêrûdê daxwaza wê yekê dikin ku ewên bûne sedema teqîna mezin a roja sêşemê ku di encama wê de 158 kesan jiyana xwe ji dest dan û şeş hezar kes birîndar bûn, werin cezakirin.
Li aliyekî din jî Hesen Diyab, Serokwezîrê Lubnanê daxwaza hilbijartinên pêşwext dike.
K24
