Serok Barzanî pîrozbahî li Mihemed Hacî Mehmûd kir
Di vê peywendiyê de Serok Barzanî pîrozbahiya salvegera çil û çar saliya damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê li Mihemed Hacî Mehmûd sekreter û serkirdayetî û kadîr û endam û alîgirên wê partiyê kir û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan xwest.
Herwiha di vê peywendiya telefonî de tekez li ser birayetî û hemahengiya her du aliyan ya ji bo pêkanîna berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê kirin.
