Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Ehmed Deştî peyameke sersaxiyê belav kir
Bi boneya koça dawî ya Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê, nivîskar û helbestvanê nîştimanperwer û hilgirê Medalyaya Barzanî mamoste Ehmed Deştî, Serok Barzanî peyameke sersaxiyê pêşkêşî malbata wî kir û ragihand: "Ez sersaxiyê li malbat, xizm, heval û hevsengerên xwedê jê razî Ehmed Deştî û hemû têkoşer û nîştimanperwerên Kurdistanê dikim û hevparê xema wan im."
Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî waha ye:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayet û têkoşerê gelê me, Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê, nivîskar û helbestvanê nîştimanperwer û hilgirê Medalyaya Barzanî mamoste Ehmed Deştî gihîşt min.
Ez sersaxiyê li malbat, xizm, heval û hevsengerên rehmetî Ehmed Deştî û hemû têkoşer û nîştimanperwerên Kurdistanê dikim û hevparê xema wan im.
Ji Xwedayê Mezin daxwaz dikim ku canê rehmetî bi bihuşta berîn şad bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyan.
Inna lillahi wa inna ilayhi raji'un
Mesûd Barzanî 27ê Gulana 2026an
Basnews
