Li Çiyayê Kurdan şer: 25 leşker û çekdar hatin kuştin
Çavkaniyên xwecihî tekez dikin ku di encama şerekî giran de di navbera hêzên hikûmetê û grûpên çekdar de li Çiyayê Kurdan li bakurê Laziqiyê 25 leşker û çekdar hatin kuştin.
Ev çend roj in li Çiyayê Kurdan li bakurê Laziqiyê li rojavayê Sûriyê şerekî giran di navbera hêzên hikûmetê û grûpên çekdar de didome.
Li gor çavkaniyên xwecihî, li çeperê Hidade li bilindahiyên Çiyayê Kurdan li Laziqiyê, di encama şerekî giran de 15 leşkerên Sûrî û 10 çekdarên grûpên çekdar ên opozisyonê hatin kuştin, bi gotina heman çavkaniyan hijmara birîndaran jî zêde ye û gelek ji wan birînên wan giran in.
Ev 3 sal in, hêzên hikûmetê bi piştîvaniya firokeyên Rûsyayê pêgehên grûpên çekdar li Çiyayê Kurdan li bakurê Laziqiyê bombebran dikin.
Herwiha bi berdewamî şer di navbera herdû aliyan de derdikeve, lê ji ber ku navçe zêde asê ye, hêzên hikûmetê nikarin ti pêşkeftinê bidest bixin.
Rudaw
