• Sunday, 08 February 2026
logo

Feysel Yûsif: Amerîka piştevaniya xwe ji Eniya Aştî û Azadiyê re nîşan da

Gulan Media August 8, 2020 Nûçe
Feysel Yûsif: Amerîka piştevaniya xwe ji Eniya Aştî û Azadiyê re nîşan da
Duhî Nûnera Amerîka Zahra Bell û Hevkara wê Emily Brandt bi şandeke Eniya Aştî û Azadiyê re civiyan û li gor daxuyaniyeke Eniya Aştî û Azadiyê, di civînê de aliyê Amerîkî ragihand ku ew kar li ser yekgirtîbûna opozîsyona Sûriyê dikin û serperiştîkirina wê ji danûstandinên Kurdî – Kurdî jî di wê çarçoveyê de ye.

Di wê derbarê de, Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif ji K24ê re ragihand, aliyê Amerîkî pîrozbahî li damezirandina wê eniyê kir û piştevaniya xwe jê re derbirî ku ev eniya di navbera pêkhateyên cuda ên herêmê de pêk hatiye, dê alîkar be ji bo dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê û yekgirtîbûna opozîsyonê.

Li ser rol û piştevaniya Amerîka, Feysel Yûsif got: Amerîka ji çend salan ve li herêmê ye û ew bi xwe dibêje ku ew ji bo parastina petrolê, rûbirûbûna Îran û DAIŞê, xistina fişarê ser rêjîma Sûriyê ji bo bi proseya Cenêvê razî bibe kar dike. Herwiha Amerîkî diyar dikin ku divê aramî û aştî li herêma me hebe û çendî pêkhateyên herêmê di çarçoveya opozîsyonê û çareseriya siyasî de hevgirtî bin, dê bikarin piştevaniyê wê bikin.

Derbarê pirsa egera civîna û danûstandina Eniya Aştî û Azadiyê bi welatên Rûsya û Tirkiyê re, Feysel Yûsif diyar kir, her welatê piştevaniyê li gelê Sûriyê, nerîna siyasî ya eniyê û proseya siyasî ya Sûriyê li gor biryarên navdewletî û bi biryara 2254 bike, enî amade pê re bikeve pêwendiyan.

Li ser diyaloga di navbera ENKS û PYNKê de, diyar kir, qonaxa duyamîn a danûstandinan ji piştî derketina daxuyaniya hevbeş a di navbera her du aliyan de destpê kiriye. ENKS û PYNK bi riya Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û Nûnerê Amerîkî re nerînên xwe digihînin hevdu û herwiha ew bi hev re jî rûdinin. Niha ew dixwazin Desteyeke Serokatiyê ji Kurdên Sûriyê ava bikin ku di biryarên siyasî û stratejî de xwedî desthilat be.

Tekez kir jî, ENKS û PYNKê di wî warî de gavin avêtine û ti astengî û nakokî li pêş danûstandinên wan nîn in.

Herwiha got: ENKS biryar e yekhelwestiya Kurdî li gor rêkeftina Dukokê ya sala 2014an a bi serperiştiya Serok Barzanî hatiye îmzekirin ava bike. Herwiha ENKS hewl dide Desteyeke Serokatiya Kurdî yan Lêvegereke Siyasî ya Bilind ava bike û pirsa rêvebirina herêmê û vegera Pêşmergeyên Roj çareser bike.

Top