• Saturday, 30 May 2026
logo

Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Ehmed Deştî kir

Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Ehmed Deştî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo koça dawî ya Ehmed Deştî, ku Pêşmergeyekî dêrîn û kesayetiyekî naskirî yê ragihandinê bû, sersaxî ji malbata wî re xwest.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî Îro 27ê Gulanê di peyamekê de ragihand: "Ji ber koça dawî ya Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê, hilgirê Madalyaya Barzaniyê Nemir, nivîskar û bêjerê dêrîn ê Radyoya Dengê Kurdistanê Ehmed Deştî, ez sersaxiyê li malbata wî ya nîştimanperwer dikim û hevparê xema wan im."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha got: "Xwedayê mezin rihê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide kesûkar, dost û hevalên wî."

 

K24

Top