Şivan Hemdî endamê Bazneya Guftûgoyê: Îdareya Trump mebesta wê nîn e Iraq bibe ew dewleta federal a ku destûra sala 2005an nexşerêya wê diyar kiriye
Şivan Hemdî endamê Bazneya Guftûgoyê: Îdareya Trump mebesta wê nîn e Iraq bibe
ew dewleta federal a ku destûra sala 2005an nexşerêya wê diyar kiriye
Şivan Hemdî, endamê Bazneya Guftûgoyê û endamê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye û rêvebirê Ajansa Nûçeyan a Zagrosê ye. Di
guftûgoya vê carê ya «Bazneya Guftûgoyê» de (Iraq. Pransîpa aştî û diyalogê bo
çareserkirina kêşeyan), bi vî awayî dîtin û nêrînên xwe anîn ziman:
Di destpêka îsal de (2026) Tom Barrack wekî balyozê Amerîkayê li Enqereyê û
nûnerê Serok Trump bo Sûriye û Lubnanê, di hevpeyvînekê de derbarê paşeroja
Herêma Kurdistanê û Iraqê de pir eşkere got: «Iraq dixwaze bibe federaliyeteke
navendî (merkezî) û Herêma Kurdistanê jî bi wê navendiyetê razî nabe, lewma divê
li pey çareseriyeke din bigerin».
Ev daxuyaniya rast a Tom Barrack çend rastî di nav axaftinên xwe de veşartine û
bi eşkere ji me re dibêje:
• Îdareya Donald Trump mebesta wê nîn e Iraq bibe ew dewleta federal a ku
destûra sala 2005an nexşerêya wê diyar kiriye. Ji vê jî zêdetir, nabe aliyek bo
cîbicîkirina wê destûrê û naxe nav çarçoveya wî pransîpê ku nav lê kiriye
«sepandina aştiyê bi hêza zend û bazû».
• Her wiha vê yekê ji me re dibêje, îdareya niha ya Donald Trump rêgir nabe ku
Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê rêyeke din li derveyî destûra Iraqê bibînin û
dubare têkiliyên xwe ji nû ve birêk bixin. Bi wateyeke din Amerîka ne tenê nabe
rêgir, lê belê dê bibe alîkar bo danûstandina navbera Hewlêr û Bexdayê bo
cîbicîkirina mafên destûrî yên Herêmê di nav destûra Iraqê de.
Ev xwendina nû bo awayê serederîkirinê ligel çawaniya cîbicîkirina destûra Iraqî
ya 2005an û dubare birêkxistina têkiliyên Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê, ev
çend sal in di navendên hizr û lêkolînan de guftûgoyeke pir germ û cidî li ser
tê kirin. Bi eşkere tê gotin ku pir zehmet e mirov bikaribe têkiliyên Herêma
Kurdistanê û Iraqê di çarçoveya dewleteke federal a rastîn de birêk bixe, belkî
pêwîstî bi dîtina rêyeke din heye ku ew jî serîlêdana bo sîstema «konfederalî»
ye. Lê belê konfederalî ne bi wateya du dewletan di çarçoveya sîstema
konfederalî de, belkî bi wateya yek dewlet lê du qeware (statû) û du sîsteman,
ev jî wekî rêya rast tê hesibandin.
Di vê çarçoveyê de eger em vegerin ser îradeya gel û rêzgirtina li wê îradeyê,
bêguman ew rastiyeke nayê veşartin ku piştî rejîma Baas û Sedam saziyên xwe yên
îdarî ji Kurdistanê kişandin, Serok Barzanî bo dagirtina wî valahiya îdarî,
Bereya Kurdistanî gihand wê qenaetê ku biryara hilbijartinê bide. Piştî ku
di 19ê Gulana sala 1992an de yekem hilbijartin li Kurdistanê hat encamdan,
yekem civîna Parlamentoya Kurdistanê di 4ê Hezîrana sala 1992an de hat girêdan û
tenê çar meh piştî wê Parlamentoya Kurdistanê biryara dîrokî (federalîzm) pesend
kir. Her rêzgirtina vê îdareyê jî bû hewêna wê pêdagiriya Serok Barzanî ku eger
Iraqê dahatû dewleteke federal nebe, Herêma Kurdistanê nabe beşek ji wê dewletê.
Ev binketê (background) dîrokî vê yekê ji me re dibêje ku aliyên opozisyona
Iraqî bi giştî û aliyên opozisyona Erebên Şîe bi taybetî, bi neçarî bi wê razî
bûn ku dewleta dahatû ya Iraqê dewleteke federal be. Ev neçarî jî ji ber du
sedeman bû:
1- Tevahiya aliyên opozisyona Erebî ya Iraqê bi «Şîe û Sune» ve, wekî mihal
didîtin ku hevpeyman rejîma Baas û Sedam Husên birûxînin. 2- Tevahiya aliyên
siyasî yên Erebên Şîe qet texmîn nedikirin ku rojek bê bikaribin hikûmranî li
Iraqê bikin, lewma razî bûn tenê hikûmranî li parêzgehên wan bikeve destê wan.
Niha di sala 2026an de, careke din em vegeriyane ser wê yekê ku guftûgoyê li ser
dubare avakirina dewleta Iraqê bikin. Ev jî bi wê wateyê ku divê dewleta Iraqê
bibe xwedî çi cure sîstemekê û têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û dewleta
Iraqê li ser çi bingehekê ji nû ve bên birêkxistin.
Tiştê ku di maweyê vê salê û çend mehên destbikarbûna îdareya Donald Trump de
wekî siyasetên îdareya wî li hemberî Iraqê tê xwendin, ew e ku siyasetên vê
îdareyê bo Iraqê «Herêmeke Kurdistanê ya bihêz di nav Iraqeke bihêz de» be. Her
wiha bi eşkere amaje bi wê dikin ku bo 15 parêzgehên Iraqê balyozxaneyek li
Bexdayê ava kirine ku bi bihayê du mîlyar dolaran li ser wan sekiniye; bo Herêma
Kurdistanê jî ku sê parêzgeh in, mezintirîn konsulxaneyê li ser asta cîhanê ava
kiriye ku 800 mîlyon dolar têçûyê wê bûye. Ji vê zêdetir, amajekirina wan bi
konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê li hemberî balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê,
bi eşkere ew neşartiye ku karê konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê cureyek e ji
taybetmendiyê bo birêkxistina têkiliyên Hewlêr û Washingtonê û şert nîn e wekî
ya Bexda û Washingtonê be.
Di dawiyê de divê bêjim ku biryardan li ser wê yekê ku Iraqê piştî rejîma Baas û
Sedam bibe dewleteke federal, rêkeftina tevahiya opozisyona Iraqî bû bi
serpereştiya «Amerîka, Brîtanya, Fransa». Bo niha jî rêkeftina duqolî ya Herêma
Kurdistanê û Iraqê bo dîtina dergehekî din, girîng e her bi diyalog û aştiyê be,
lê belê bi serpereştiya dewletên hevpeyman û ew dewletên Erebî yên ku dostên her
du aliyan (Kurdistan û Iraq) in.
