• Saturday, 30 May 2026
logo

Dr. Celal Ehmed, endamê Bazneya Guftûgoyê: Şaşiyeke mezin e ku em nakokiyên siyasî ber bi milmilaneya ji bo manê ve bibin

Dr. Celal Ehmed, endamê Bazneya Guftûgoyê: Şaşiyeke mezin e ku em nakokiyên siyasî ber bi milmilaneya ji bo manê ve bibin

 

 

 

Dr. Celal Ehmed, endamê Bazneya Guftûgoyê ye, civaknas e û mamoste ye li Koleja
Adabê ya Zanîngeha Selahedînê. Di guftûgoya vê carê ya «Bazneya Guftûgoyê» de bi
sernavê (Iraq.. Pransîba aştî û diyalogê bo çareserkirina kêşeyan), bi vî awayî
dîtin, nerîn û pêşniyarên xwe xistin rû:

Têgihiştina ji diyalogê wekî mekanîzmaya sereke ya pêkanîna aştî û
bihevrejiyanê, girêdayî têgihiştina ji cewherê siyasetê ye; ku wekî diyarde û
têgeheke piralî û aloz, wate û şiroveyên curbecur û dijber li dora wê hene. Ger
em bi şêweyê Machiavelli li siyasetê binêrin û «armanc amûrê rewa bike», hingê
siyaset kiryareke waqîî ya daxistî (tazîkirî) ji pransîbên exlaqî ye û divê
mirov ji bikaranîna hîle, dek û dolaban û bikaranîna hêzê jî venegere. Di nêrîna
feylesof û civaknas «Julien Freund» de jî, siyaset ji aliyekî ve duyanetiya
hakim û mehkûm e, bi wateya têkiliyeke cedelî ye di navbera yê ku mafê derkirina
biryaran heye û yê ku li serî ye pabendî biryaran bibe, ji bo aramiya civakê. Ji
aliyê din ve jî milmilane û cureyek ji nedilniyayî ye; bi wateya ku ger em niha
heval bin, dibe ku demek din bibin neyar. Bi wan wate û şiroveyan, siyaset
kiryareke nehevseng û têkiliyeke neberanber e; lewma diyalog heta wê derê diçe
ku aliyê lawaz, milkeç e. Di nebûna milkeçî û çûna bin bar de, hemû îhtîmal û
bikaranîna tundûtûjiyê jî rêpêdayî ne.

Li beranberî vê, nêrîna hejmareke feylesof û bîrmendên din wisa ye ku, li her
derê tundûtûjî hebe û diyalog milmilaneyan di berjewendiya aştî û bihevrejiyanê
de yekalî neke, hingê nabe mirov behsa hebûna siyasetê bike. Di wê barê de û bi
gotina bîrmenda navdar a Alman «Hannah Arendt», siyaset tenê meşandina hikumranî
û dewletdariyê nîne, belkî siyaset li şûna penabirina bo bikaranîna tundûtûjiyê
ji bo yekalîkirina kêşe û milmilaneyan, qadeke giştî ye ji bo gihîştina azadane
ya kesan û guftûgoyeke berdewam e bi armanca gihîştina bi lihevkirin (kudengî) û
sazanê di navbera hemû kesên ku paşxan û ramanên wan ên cuda hene.

Di dîtina feylesof û siyasetnasê Brîtanî «Bernard Crick» de jî, siyaset şêwazekî
şaristanî yê taybet e û di civakên piralî de bê bikaranîna tundûtûjiyê, dikare
cudahiyan îdare bike. Bi wê wateyê jî, siyaset hunera hemahengkirina
berjewendiyên dijber e bi rêya guftûgoyê. Ji bo ku siyaset bikaribe roleke wisa
bilîze, divê em xwe ji îdeolojiyekê dûr bixin ku bixwaze bi yekalî xwe bisepîne
û navendiyeta (merkeziyet) xwe li ser hemûyan bimeşîne.

Di bin ronahiya boçûnên her duyan de (Arendt û Crick), dikarim bibêjim heta ku
li Iraqê siyaset bi wê wateya ku wan pênase kiriye nebe bernameya sereke û
birêvebirê karan, hingê proseya bi navê diyalogê nabe û ew welat jî aramiyê bi
xwe ve nabîne. Ji bo ku Iraq bikeve ser nexşerêya siyasetkirinê, divê berî her
tiştî qadeke giştî ya dûr ji sîbera hoz, tayife, mezhebgerî, hizib û milîşiyayên
proksî were avakirin. Bi wateya ku ji bilî saziyîkirina wî welatî, divê
"hevwelatîbûn" cihê girêdanbûna (întîma) bo xîl û mezheban bigire; sendîka,
saziyên perwerdehî, zanîngeh û sektorên medenî dûr ji destwerdana hizban werin
bihêzkirin. Pêdivî ye çanda hevduqebûlkirinê û piralîbûnê were pêşxistin da ku
wêneya gumanbariya navbera pêkhateyan ber bi aliyê erênî ve were guhertin.

Bi kurtî, wekî ku Arendt dibêje, divê em bikaribin «avakirinê saziyên nû – azadî
bi wateya wê ya erênî» bixin cihê hewildana bo «azadbûna ji destê stemê – azadî
bi wateya wê ya nerênî». Çimkî heta niha jî, li her derê hewildan ji bo
rizgarbûnê ne, an jî rêgirtin in li stemekê ku dibe ku dubare bibe. Ger Iraq
piştî 2003an di "azadiyê bi wateya wê ya nerênî" de heta radeyekê serkeftî
bûbe, hingê di bercestekirina "azadiya bi wateya wê ya erênî" de şikest
xwariye. Şaşiyeke mezin e ku em nakokiyên siyasî ber bi milmilaneya ji bo manê
(survival) ve bibin; ger em wisa bikin, nexwe em hîn di wê baweriyê de ne ku
aliyê beranber dijmin e ku divê yan ji nav bibin yan jî milkeç bikin. Di dîtina
Arendt de ev meşandina tundûtûjiyê ye, ne meşandina siyasetê. Divê ew qada giştî
ya ku şer û dîktatoriyetê wêran kiriye were avakirin û nasnameya giştî ya wê
qadê jî, bibe kombûna nasnameyên cuda. Pêdivî ye parlamen li şûna ku bibe
odeyek ji bo dabeşkirina "kî, çi û kû derê" ber dikeve, bibe qadek ji bo
siyasetkirinê di çarçoveyeke qanûnî û medenî de.

Bi sûdwergirtina ji boçûnên «Crick» jî derbarê siyaset û diyalogê li Iraqê, em
dikarin bibêjin ku berdewamiya şer û nakokiyên tayifî, mezhebî û etnîkî,
nîşaneya şikesta "ketina ser pê" ya siyasetê ne li wî welatî. Bûyerên piştî
sala 2003an heta vê kêliyê ji me re dibêjin ku çandek serdest e ku hên zêdetir
kîn û nefretê hildigire, ne ku bawerî û dilniyayiyê berhem bîne. Hîn jî
îdeolojiya di forma xwe ya şumulî (totalîter) de bingehên wê nehejiyane;
netewe, dîn û mezhebgerî wekî rastiya mutleq şerfîyetê didin xwe. Madem ku bo
mînak Sunneyek xwe bi "seydul-zeman" û xwediyê ebedî yê vî welatî bibîne,
Şîeyek xwe bi qurbaniya "qedîmul-zeman" û xwediyê tolhildana rewa bibîne, û
Kurd û beşek ji pêkhateyên resen di çavê pêkhateya piranî ya dagirker de wekî
mêvan û hevwelatiyên pile du werin dîtin, rewş naguhere. Tişta ku em dikarin ji
wê wêneyê derxin ev e: parlameneke çalak, sîstemeke dadwerî ya serbixwe, û
medyayeke berpirsiyar û dijî gendeliyê bi awayekî kiryarî kar bikin. Wê demê em
dikarin wan qanûnên ku bi sazanê (lihevkirin) derdixin, bikin hukmekî medenî li
şûna hukmekî zordar. Mixabin yên ku li Iraqê bi navê siyasetê mijûl in, hên
zêdetir wekî "lehengên îdeolojîk" tên ber çavan, ne wekî "siyasetmedar". Ev
welat pêdivî bi kesên wisa heye ku piştî gihîştina bi kudengiya rêkeftineke
kiryarî, bikaribin cudahiyên etnîkî û mezhebî derbas bikin. Her çend em dizanin
çareserî bi temamî cihê xwe nagirin, lê çareseriyeke nîvco hên çêtir e ji
milmilaneyeke tûj û bêdawî.

Piştî Cenga Cîhanê ya Duyem, welatên Ewropa, Japon û gelek welatên din heta ku
pişta xwe nedan tundûtûjiyê, nkarîbûn qonaxeke nû ya bihevrejiyanê û aramiyê
dest pê bikin. Ev navçe bi giştî û Iraq bi taybetî, heta ku bihevrejiyan û
hevsengkirinê nexin cihê "serkeftina yekcarî" û dev ji tundûtûjî, destwerdana
derekî û têkelkirina darayî bi hevokeyên siyasî bernedin, naçin qonaxeke baştir
ji ya ku tê de ne.

Top